a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Dev ji te

Dev ji te bernadim lê Ta ku sax im ez li dinê Ew gula ez avdim lê Nahêlim tu kes biçinê Li hêvya te dimînim Go bibim kalek mezin Ji te pêve nayînim Li kû heye weke te jin Gelekî min tu av da Ta ku tu xweş pişkivî Tu giha te nav da Rû bû wek şana hingivî Hêstir min di barandin Di mam şiyar ne raketî Min çavê xwe digerandin Go tu ji min dûr diketî

Bêjebêje © 2015-2024