Seîd Yûsif
Dil disekinê
Dilê min bite disekinê
Ji ba min neçe rihê minê
Sê roja ez te nebînim
Ez tême halê mirinê
Bihna min bite tê derê
Naxwazim tu ji ba min herê
Çavê min tim li te digerê
Te nadim bi malê dinê
Go tu ji min dûr dikevê
Hedan nîne roj û şevê
Gerek to dûrbûnê nevê
Tu car min nehêlî bi tenê
Tu ji ber çava winda dibê
Dimînim şiyar heya sibê
Balgî ji hêstira şil dibê
Ez dîn dibim ji bo te jinê