a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Dotmam

Li bendî te ez mam û mam Şêrîna min wa dotmam Mi tu xwest û bav nedam Û ez jêre nabim xulam Pir te dixwestin ji bavê Her te di go mi navê Ez ketim rê wê gavê Baş bû bi te ve giham Ji riya te dernakevim Te di bim ez narevim Ji dil û can ez te divim Te nadim kesî keç'am Em ji hev nayên şûştin Em mirov ji hev re pişt in Bo te xwe didim kuştin Ji xeynî te li min heram

Bêjebêje © 2015-2024