a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Em bira ne

Bavo em tev bira ne Heyran em tev bira ne Em tev dikin xebatê Dayka me Kurdistan e Armanc jîna welat e Dijmin baş bi vê zane Kurd tev destan bidin hev Kes nikarê bi wane Hemî tevde bibin yek Berê em canfida ne Dijmin zanê bê em Kurd Tev berê ji hev bela ne Wê fermana me rakê Wek gur xwe dadê wane Çep û rast hemî Kurd in Li ser vê riya hane Gotinên we ne yek bin Deng nagihê cîhan e Kurd berê hemîyek bûn Sed tişt heye nîşane Dijmin me ji hev bela kir Barê dijmin giran e Yekîtî tenê karê Kurda bidê xuya ne Wê dijmin zû birevê Weke tira kevan e Kurdistan azad bibê Ji destê ne tuwane Ta ku ew rizgar bibê Tê bidin rih û can e Ala rengîn hildin jor Ta ku herê asman e

Bêjebêje © 2015-2024