a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Ez ê bakim

Ez ê bakim Kurdistan Ez ê bêjim Kurdistan Û dengê xwe hildim ji bo Deng herê koma cîhan Dengê xwe rakim bilind Bo ez xuya bikim rind Li her bajar û hergund Li her ciyî bibim xuyan Kurd herrû bibin leşker Bi xwendin û ceng û şer Roja nû li me bidê der Û ala di ser mere sêwan Li her ciyê em xuyabin Divê ji xew em rabin Bi welatê xwe em şabin Û derkevin ji bin destan

Bêjebêje © 2015-2024