a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Ez ê çi bikim

Ez ê çi bikim ji malê dinê Evîndar im dayê li minê Lawik tê va min dixwazê Li bextê we min bidinê Ji zû ve ez li benda wî me Ne sax im lê ez ne mirî me Ger ew nebê gelo ez kî me Ew layîqê min şengejinê Evîn li min bû barê giran Kes nizanê wa xuşk û biran Go dinya tev bibê wêran Terkê nadim ta mirinê Ez ê çi bikim ji zêr û pere Tevde li min kul û keser e Go mirada me bi çî were Nû bihna min wê bê der e

Bêjebêje © 2015-2024