a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Ez im şehîd

Ez im şehîdê nemir Şêr im diçim şerê gur Divim herdem bikim ceng Dijmin welatê min bir Ger şehîd bim namirim Go ez bimrim hê çêtir Heger ez bibim şehîd Wek min şehîd bûne pir Dibim ber û diçim şer Keko destê min bigir Dijmin direvî bi tirs Nedizanî xwe bikê kur Dixwazim herim cengê Naxwazim bimrim li vir Erê ez dibim şehîd Bo gelê xwe dibim pir Di ser min re herin wan Dadin dijmin hûr û gir Li meydanê ez şêr im Natirsim ji bayê kur Gava ez bibim şehîd Dibim çiya dibim gir Bi xwîna xwe dikim ronî Li ber riya keç û kurr Ew dilopê xwîna min Tevde dibê cewahir Dixwazim bibim şehîd Kes nebarînê hêstir Min nivîsî bijî welat Bi xwîna xwe li serkevir Ez im şehîdê bilind Tu kes nîne ji min mestir

Bêjebêje © 2015-2024