a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Ez jî teba

Ez mirî bûm ne ji te be Rihê min gorî bejna tebe Go tu sax bêji min reyî Go tu bimrê ez jî teba Rindê cara te dibînim Ji bo wilo sax dimînim Tim bi jînê ve dimînim Bo ev dil bi te şa bibe Ez dîn bim yan ez serxweş bim Yan bê halekî nexweş bim Li ber çavê gelka reş bim Her evîna te sebeb e Bi şev nîne ji min re razan Bi min qet nakevê hedan Dil êsîr e nayê berdan Her dem wê bi te hewce be

Bêjebêje © 2015-2024