a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Ez xezal im

Ez xezal im ez xezal im Bi nazî li mêrga diçêrim Pirr delal im pirr delal im Li kê binêrim dil dihêrim Ciwan bi şewq û şemal im Lê dîsa ji dil dinalim Ji kerbê lawik bê hal im Ne dibêjim ne diwêrim Tim şiyar im tim şiyar im Lê xew bi çavê min nabê Nema karim ez nikarim Ma wê halê min çawa bê Ji vî gundî tu car narim Bi evîn im bi hewar im Derd û kula ez dixwarim Her divim dilê mi şabê Ez çi bêjim ez çi bêjim Newêrim bikim dengînî Tu dibê lal im tu dibê gêj im Kî li dil bikê mizgînî Herdem hêstira dirêj im Evîndar a wîji mêj im Mi digo ez dila dibrêjim Wî dil biraşt bi evînî

Bêjebêje © 2015-2024