Seîd Yûsif
Ferhad û Şêrîn
ne Ferhad û Şêrînê
ne Memê ala' û zînê
zehmet ne dîtin wek me
kes vî derdî ne bînê
ne bi roj û ne bi şev
çavê me naçin ser hev
kezeb û dil heliyan tev
ax ji derdê evînê
em ji kê bikin gazin
û dermanê dila xwazin
ne şerm e em na razin
ji ber êşa birînê
em ji xweda bi hêvî ne
miradê mr bi cih bîne
me ji vî agirê derîne
xweda tu me dibînê
ne Ferhad û Şêrînê
ne Memê ala û Zînê
zehmet ne dîtin wek me
kes vî derdî be bînê!!