a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Fincana qehwê

Min qehwek vexwar Û min falek vekir Falê go hewar Te çi bi xwe ktir Gava tu cûyî xerîbîyê Yara te çû yekî xwe kir Min serî hejandî li ber Min bawer kir û mi nekir Ez çûm nav mala Mi pirsa yarê kir Mi dî malek vala Pîrê tevnik çêkir Dan yekî kal e Ji dêla nextê kir Ji ap û xala Bi ya dê û bavê kir Ez çûm serê gir Mi dest kire kêlekê Mi barandin hêstir Li ser çav belekê Xwedya zor lê kir Ji bo pera pêlekê Wan dest jev qut kir Xayînê Felekê

Bêjebêje © 2015-2024