a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Firotina mast

Heger hûn Kurd in bi rast Berejin ne firoşin mast Ev keçên wek xezala Mast digerînin li mala Malek nîne bê zilam Jin tev de bûne xulam Jin ji bo karê malê Ne deynê qûtê salê Mêr çêbûye ji bo kar Jin jê re xweş bindar Ne bifiroşê mast û dew Mêr bikê qebqeb wek kew Xem nakê pîrekin pîr Ku bifroşin mast û şîr Bê kes û pîrebî bin Zarokên wan sêwî bin Ev karê pirr tamsar Bere ji me re nebê kar Ne layîqê jina ye Ew kar karê gênca ye Bera keç tev bi xwîn in Neçin mast bigerînin Ev liştên ha û tiştê dî Merov ji ber dikê fedî Keç xemilî wek bûkê Mast digerînê li sûkê Bi çavkî dîlê xwe meyzînin Van adetan hilînin Kurd çêbû ye bi başî Ne bimînê li paşî

Bêjebêje © 2015-2024