Seîd Yûsif
Gul û beybûn
By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor
Xwezî ez bûba ne gul
Hero li ser bihna te bane
Tu jî bûba ne bilbil
Carê te ji boy min xwendibane
Diçilmisim nabim geş
Pirr diêşim dîtin derman e
Bila bimînim nexweş
Lê go textorê min li bane
Gelek cara tu dûrî
Lê dimînim bi hêvî û guman e
Rih dikim bi gorî
Go bi min re te soz bidane
Bo te ez evîndar im
Û ez ketim nava nezan a
Ez bi dil nikarim
Û derdê min gelek giran e
Dil dev ji te bernadê
Em her dû wek hev gihane
Tev gehan miradê
Lo delal ez û tu mane