a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Hatim taxê

Ez carekî hatim vê taxê Min dî yarê cila diraxê Min kt silav li bejna ztav Dil û sewdan birin wê çaxê Ew roja wê ez nas dikirim Wê ez bê çeng û per dikirim Wê ji bîr nakim ta bimirim Ta ez bikevim binê vê axê Tim nexweş im li nav livînê Çavê min qet xewê nabînê Yar jî gelek li xwe dişkînê Dilber ji xwe di xwe der naxê Pozbilind û gelek bi paye Rehim di dil de qet nema ye Mal nêzîke ew jê xuya ye Carek riya xwe bi min naxê Ez carna li hember disekinim Dibêjim ez ji xwe mezin im Ez gelek cara dipesinim Lê divê yek ji me xwe daxê Tu bi min re neke berberî Evîn wilo qet naçê serî Ev payebûna ha gulperî Rindê kes tiştekî bi ser naxê

Bêjebêje © 2015-2024