a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Hawar

Hewar hewar sed car hewar Dost û heval li me bûn neyar Dosta em ji xwere firotin Wan hevala standin Dînar Wan xwe da ser tayê dijmin Hevsar kirî mîna dewar Dijmin jî herwan êm dikî Bo talî li wan bibê siwar Ji wan were bûne wezîr Rojê ji Kurda dimrin hezar Ji bo Kurda bidin kuştin Xwe ji dijmin re dikin rêdar Wilo ji wan re naçê serî Çile diçê dibê bihar Kurd tucar di wan nabûrê Derba li wandê bê jimar Wê wan bikê weke mişka Lê bê kun û hin bê kiwar Gelek şerme Kurd dirra bê Xwe ji dijmin re dikê bindar Dijmin jîre bi wî zanî Lê jêre sist dikê hevsar Ê ji meletê xwe re nebê Bi hinek dîre ew nabê yar Lê sed xwelî li serê wa bê Wan xwe hişte bê cî û war Rûreş bûn û her mane reş Xwe sarkirin her mane sar Dijmin li ber roja xwe ye De pê li wan kê bi solê gemar Kurd vê ji wan re nahêlê Ew miletê mêr û şiyar Gelek mîna wan kuştine Teba her laşên wan dixwar Kurd tucarî ji bîr nakê Wê bighînê wana zirar Wê wan bi dar ve bihêlê Û her li wan xînê bi dar Ne kuştî û ne raketî Mîna van serxweşê xewar Wek hestîyê devê kûçik Ne derkevê ne herê xwar Ji bo ew jî û hin mîna wan Firotina Kurd nekin kar

Bêjebêje © 2015-2024