a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Helebçe

Ew dilbirîn e helebçe Bi girî û şîn e helebçe Tevde bi xwîn e helebçe Li bîrê bîne helebçe Tu dilî him tu gurçik î Ma wê dijmin bi te çikî Tu bûka welatî xweşikî Mirna te li cîhanê nîne Ciyê te dilê Kurda ye Herkes bo te canfida ye Me bi te serê xwe hilda ye Bes hêstira bibarîne Me da ye peyman û soz e Azadîya te her doz e Bîranîna te neyroz e Tuwê her serfiraz bimîne Dost û dijmin herkes zanê Tuwî bûka Kurdistanê Te deng da ye li cîhanê Kes nikarê te bihejîne

Bêjebêje © 2015-2024