a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Hildin jor

Hildin jor hildin jor Ala rengîn hildin jor Xwe bidin dor xwe bidin dor Kurd hemî xwe bidin dor Li dijmin bikin ferman De em bistinin Kurdistan Yan bi xweşî û yan bi zor Ber ji me herin şehîd Wek Qazî û Şêx Seîd Bi xweşî nayê geşî Divê birjê xwîna sor Hildin jor... Millet tev bûne serbest Em tenê mane bin dest Me azadî nema dî Û nema tê sebr û ebor Hildin jor... Ev dijminê bê zirav Divê em wî bixun xav Bikin xebat bo welat Ta kengî em bimînin kor Hildin jor... Dijmin bûye kul û derd De em pê lê kin bikin erd Divê ceng û nav û deng De em hew bixun tal û şor Hildin jor...

Bêjebêje © 2015-2024