a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Hinê

Lawo nazik im Bi xwedê nazdar im Bo te ranazim Herdem şiyar im Tu were rayê Li min were rehmê Ez evîndar im Ne dîn û har im Tu carî nakim Xewa va şeva Dil dişewitê Agir pê dikeve Xelkê bîhistî Ji te hezdikim ez Bo te ez bûme Çîroka li ser deva Ji te pêve lo Li bîra min tune ye Dilê min dêşê Derman li ba te ye Were mi bixwaze Lawo ez ya te me Herkes dizanê Dil li ser te heye Delalo carek Were civînê Da tu bi çava Halê mon bibînê Derdê min giran e Xew bi çavêm nabê Divê min bixwazê An birevînê Lê lê lêlê lê Lê lê lêlê lê Gul û gulşang a Li ber dilê minê Terkate nadim Heya mirinê Herkes ser dînê xwe Tu yara minê

Bêjebêje © 2015-2024