a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Ho yeman

Hoho yeman ho yeman Min dî qîzek ji Siryan Du çavê reş nû kildan Kezî wek fetlê maran Di ber xwe re nû berdan Hûr sedef in ew dinan Qirik bi morî û mircan Sîng sipî berfa Zozan Dema wê li min nerî Hiştim bê dîn û îman Min dî keçek ji Ermen Xwêdan mîna ava den Çi sorboz bû ew gerden Aqil ji rê bir bi ken Destê min girêda bi ben Dilê min lê xist bi jen Ew zêr û zîv û maden Wek mermer e ew beden Wextê gava li min meyizand Kirin pepûk û reben Min dî qîzek ji Aşûr Pordirêj û gulîhûr Awir tûjin mîna şûr Dil dikê birînê kûr Çi nêzîk û çi ji dûr Noq zirvene sitûr Min hin sêv kiribûn tûr Yek da min bi çûr û mûr Dema wê li min meyzand Ji bşra min bir wê tembûr

Bêjebêje © 2015-2024