Seîd Yûsif
Hovê bajêr
Wa Kurdê rindî delal
Bira û dost û heval
Guneh di stiwê te de
Nedîtî keçê nede
Kî keça te bixwazî
Divê keç bibê razî
Ne bi dilê wê dibidî mêr
Tê bibê hovê bajêr
Kulê neke malbatê
Bi desta nebe mîratê
Bipirs ji keçê bi rastî ye
Bi ê wê dixwazê razî ye
Ne bêkesî wer destê min
Min keç da li ber çî ye
Dibê keç ne razî bê
Lê nabêjê ji fedî ye
Bi zor keçê nede mêr
U nebê ser êşayî ye
Wê tev bibê kêmanî
ji te pê ve sebeb kî ye
Ku tu pera bistînê
Tuwê zave ji xwe re bînê?
Neqandin bo keçê ye
Ne tu herê bineqînê
Dibê keç ne razî bê
Guneh wê kî hilînê
Keç ne serbest baxêvê
Kur li hember nabînê
Ne wilo li hev nakin
Wê ji hev hilgirin kînê
Hûn nestînin hezar e
Malê vekin ji wa re
Ku hev bikin bi dilê hev
Wê kêfxweş bin roj û şev
Ne mêrek pîr û kal bê
Keç nûhatî û delal bê
Mêr hinek jê mestir bê
Dibê jiyan xweştir bê
Wê bibînin jyanek xweş
Di mal de wek sorgulê geş