Seîd Yûsif
Iro dilan e li gund
By: Sevezer 20 BB · New Contributor
Iro dilan e li gund
Sê zerî hatnê bi lez
Mi l'yekê bas nerî rind
Çûme tilya xwe bi gez
Ez çûme nav dilanê
Min didî keçên lewend
Li vir û l' dera hanê
Mi b' wa re kire govend
Min di ber xwe re digot
Wê keça rindî ciwan
Rindê te dilê min sot
Tevde em bidin civan
Go min civan e bi te re
Kenî destê min givaşt
Sibe l' binya bêndera
Te jî dilkê min biraşt
Roja dî min wê didî
Me da hev soz û peyman
Wê ji min kire fedî
Min stand çend ramûsan
Ezê û wê bûn dost û yar
Bi dîtin û civanî
Li dilê me bû behar
Xweş behara evinî