Seîd Yûsif
Ji bîr nakim
Ji bîr nakim bi se'et û gav
Di bûrî li min nakî silav
Sê sal ew qas hezkirin
Tev hate ji bîr kirin
Bi evînê em hatin naskirin
Ew evîn çû av û av
Sê sal li gund man cîran
Ji işqa min xwe kir şivan
Bo xatrê bêbêrîyê
Em rûnin li ser kanîyê
Bi çîrokê evîniyê
Bistînim çend ramûsan
B'kûde çûn soz û civan
Çima soz bûne arzan
Ka şevbiwêrkê biha
Tev ji bîr kirin niha
Dîn bûm bi mi ve negiha
Ez pîr kirim ew ma ciwan