a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Ji van gewran

Ji van gewra hez dikim Esmerekê ez kuştime Bûm êsîrê evînê Tu kes nabêjê çima Ji kê re bêjim vî derdî Dil girtîye na berdî Kê nasdikim li vî erdî Bo xatirê wê hatime Dil diêşê ji evîndarî Kes li vir nayê arî Ji ser rakê vî barî Dilê min pê diwerime Ez mame heya niha Kes bi min ve negiha Awirê esmera ha Wek derbê şûr û rime Bera te dil bisota Her ez dîn im ji bo te Carekê te bigota Lawiko ez ya te me

Bêjebêje © 2015-2024