a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Jinê jinê

Jinê jinê jinê wey jinê Tu taca serê minê Jinê jinê jinê jinê wey jinê Tu taca serê minê Çendî tu bêjim tu hêja yî Tu gul î û sebra dila yî Li pişt min wek çiya yî Hêjaye malê dinê Kurdino min hêvî heye Rêka cengê fire ye Ciyê jinê tê heye Jin jî ne kêmî we ye Bextê we guh bidinê Hêjaye malê dinê Xelk tev çûne ezmana Jin jî her tewlî wana Jin jî wekî mêran e Ê me bê xwendin mane Li mal dimînin bi tenê E’li bextê we guh bidinê Li cîhanê seranser Jin dixwîne û diçe şer Jina Kurdî tev gewher Welatparêz xebatker Dûr nekin ji xwendinê Hêjaye malê dinê Jinê jinê jinê wey jinê Tu taca serê minê Jinê jinê jinê jinê wey jinê Tu taca serê minê Çendî tu bêjim tu hêja yî Tu gul î û sebra dila yî Li pişt min wek çiya yî Hêjaye malê dinê

Bêjebêje © 2015-2024