a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Keç bixwînin

Keçan tev bidin xwendin Ta ku ew bibinejin Ewê bibin xwendevan Û bibin zane û dilovan Wê bibin jîr û şiyar Herxebatê bikin kar Bi rastî wê bibin jîr Tev bi bawerî û bîr Bi ziman û weke şêr Wê xwe bidin pişta mêr Bo çi rûnin ew li mal Bê ziman û kerr û lal Welat her divê xwendin Bo em navê wî hildin Kur bi tenê ew ne bes Bibin xwendin hemû kes Keç û kur û hûr û gt Ma çi ji xwendinê çêtt Bibin Dektor û Hozan Bibin şa 't û rêzan Ta ku bibê kebanî Wê her tiştî bi zanî Bere tim bi xwînê baş Bo ew ne mînê li paş Dibê ji me re kêmanî Keç xwendinê nizanî Ew dema çû pirr dirêj Mejin kir bû kêm û gêj Bidin pêşî riya xweş Wê nekin pişt perda reş Hûn xwendinê bikin bar Me ji we re got hezar car Keç herin dibistana Gênc hemî tevî wana Bo jina Kurd herê pêş Ji bo welat bibê şûrkêş Ev jinê jîr û zana Bi tenê bê xwendin mane Welat her divê xwendin Ji keç û xuh û kur û jin Li Kurdistana rengîn Kurd bi serbestî bijîn Zûtir bê rizgarkirin Kurd bêtir bê naskirin

Bêjebêje © 2015-2024