a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Keça dilovan

Rûniştim bin dara bîyê Min dî keçek dilovan Min xwe berda çûm pêşîyê Min jê standîye nîşan Ev dil dixwazê şahîyê Divê em bikin seyran Bi çav im ketim tarîyê Ronî ji te bû xuyan Min dehv veda li ser kanîyê Bo te bûme nêçîrvan Dilê min hat û ketîyê Te ez didîm pirr nezan Bûm mîna korê camîyê Bûm lalek î bê ziman Pêl dihatine gemîyê Ji vê behra bê îman Nikam bikim şivantîyê Minê xwe kirba şivan Ji evîna te zerîyê Mame bêhiş û sewdan Sê sal mame li hêvîyê Hêstir li min bûn arzan Ya dilê xwe min gotîyê Wê dî derdê min giran Go îro li binya çbyê Xorto min bi te re civan Venagerim ji vê rîyê Ez didim soz û peyman

Bêjebêje © 2015-2024