a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Keçka fille

Wa keçka Fille Ya li ser singê xaç Bo xatrê Mesîh Bide min yek maç Roja min tu dî Keçê bi wî xaçî Dikim û nakim Tu ji bîra min naçî Min navê te li ser Dilê xwe kola Were rehmê bike Li min bi yek maçî Roja min selîb dî Keçê li ser wê dingê Memik dire'erîn Dihatin min bi cengê Gava te li min nerî Bi awirê dijwar Weke tu bavêjê Min berê tifingê Roja yek şemê Tu çûyî dêrê Memik hêkê dilmê Ruwê te ê xêrê Çavê min li te ket Mejyê min firî Dilê min da dû te Wa selîbzêrê

Bêjebêje © 2015-2024