Seîd Yûsif
Kezya bihûne
Kezya bihûne, di rex mi de rûne
Vî dilî şa ke, ji êşa dibake
û birîn vebûne
Bûm e har û dîn, ji van qîzê derwîn
Gelek xwînşêrîn, ji vî dilê paqij
ji destê min çûne
Erê ez giran im, bi soz û civan im
Ji te re şivan im, wa xezala min
Wek te çê nebûne
Min gemî derbas kir, min zerî xilas kir
Nûka min xwe naskir, ev heval û dost
Tev li rabûne
Me navê nalîn, ey xweş nazelîn
Lê me divê hêlîn, bi keskirnê raxin
Û bi gul û beybûne