a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Kezyê te

Kezyê te marê reş in Dêmê te sorîgeş in Gotinê te gelek xweş in De îşev rabe were civatê Gotin weke hingiv e Dejna te weke şiv e Tu ya min ba wek min diva Memikê te bûna sêvê xelatê Mal û can ser te danî Hêstir tên weke kanî Mirada min te bi cî neanî Te mala min lê birye mîratê Dihelim ez kêm dikim Miryê keça xweşik im Ez divêm dil şa bikim Bi te dilberê awir şewatê Ne te di vê ne te navê ji te dikim lave lavê De min zanîba wê gavê Tu bûyî weke heyva sibatê

Bêjebêje © 2015-2024