a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Ku mame sax

Kula di dil de veda şax Te kor kirî li min ocax Tiştê te bi serê min anî Başe li dinê ku ez mame sax Te hişt işqê li xwe tobe kim Bi wan her dû çavê te kim Dil ji keçan re hew çêkim Min li destan kirîye dax Min ji te hiskir hê ez piçûk Bibim zava û tu bibê bûk Singa te bajarê bi sûk Lêvên te gezo û qeymax Sebra min nayê bi tenê Bêyî te wa şêrînkenê Dest bavêjim wê gerdenê Ji min re dibê sebr û semax

Bêjebêje © 2015-2024