a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Kurdê nemir

Ey Kurdê başî nemir Kal û pîr û keç û kur Em Kurd hene sî milyon Ma kî heye ji me bêtir Carek bînin bîra xwe Va dijmina çi bi me kir Welat kirin çar parçe Her dijminkî parçek bir Bi hezara ji me kuştin ji xeynî ê ji nêza dimir Em tu carî nedirevîn Me jî ji wan dikuşt pirr Dihatin me ew bi top Bi tankan û balefir Em bi xencer û tifing Me pir kuştin bi kevir Cara zora me diçû Em dibûn ji berê çêtir Mêranî bo Kurda ye Çi li vir û çi li wir Ji Kurda divê xebat Ne li dijmin bikin nifir Divê em tev bibin yek Pê li dijmin kin bikin pir Ji bo jîna Kurdistan Tev bixwînin hûr û gir Ji bo em serfiraz bin Dadin dijmin hûr û gir

Bêjebêje © 2015-2024