a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Li ba min be

Li ba min be neçe dûr Dînim gava tu dûri Birîn bêtir dibê kûr Evîn li min dikê zorî Tu diçî ji ber çava Ez tu kesîna bînim Heya ro diçê ava Bi şev ji xwe ez dînim Em wek gul û beybûn in Hey xwedê bo min hiştî Ger bi hev re dirûnin Nadim bi sed buhiştî Raje destê min canê Bo ev dil hew bi nale Em herin Kurdistanê Welatê bav û kala

Bêjebêje © 2015-2024