a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Li hev nayêm

Ez bi tere li hev nayêm tu carî Tu maçekî nedê min ji lêva Pora tey reş wek şeva tarî Ma ne ezim gurikê şêva Piştî te dî tu bi min karî Te ez kirim wek kalê birê ve Keç hebûn bihtir ji hezarî Kê dil revandî ji te pêve Ez ji te dixeyidim tu zanê Çimkî li cem min tû buhayî Te nadim bi malê cîhanê Wa piçûka bimire gihayî Min ne xeyidî ji bo ramûsanê Min ji te di xwest û te nedayî Derewînê bê soz û civan Tu mi dikujî tu bi min ve nayî Te bixwe çijimin divê bêje Li ber çavêmin tu bûyîhorî Ji te djlê min wa keça hêja Rihê minî şerîn bi gorî Bo te ez bûme weke gêja Çimkî evdiir min dikî zorî Çîroka min b'tere dikrêje Bê silavjîhê tu dibûrî

Bêjebêje © 2015-2024