a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Li min negrin

Li min negrin Derdê min gelek giran e Yar xweşik e Piçûk e û gelek nezan e Go ez nebînim Li ber min mij û moran e Roja bêşim Zanibin keç ne xuyane Keç piçûk e Ne ketîye darê jine Dil dêşînê Ne xema wê dilê min e Bi min nizanê Ez kirim behrek mezin e Û bîrê nabê Go ez jê bikim gazin e Bi wê dêşim Bi zarokê re ketimê Lê dinêrim Ta çavê min diqerimê Birîndar im Wek tu li mixê derba rimê Maçek nadê Rih dixwazê û ez didimê

Bêjebêje © 2015-2024