a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Min ban kiryê

Min ban kiryê li min fitilî Li ber pê ket bisk û gulî Min xwestya dil jêre bêjim Zimanê min li hev herbilî Ev dil dagirtîg otin e Tu dibê gewrê hay jê tune Derdê min gelek mezin e Evîna wê ket vî dilî Çawa ya dil jêre bêjim Ji ber evîna wê gêj im Bo wê hêstiran dirêjim Carek bi min re naşitexilî Çi bikim ji vê keça ciwan Dilbirin im tu yî derman Evîn bûye derdê giran Wê danîye ser vî dilî Xwezî carkê bigota bile Wê şa kir bane ev dile Bejin weke şaxa gule Di biharê de xemilî

Bêjebêje © 2015-2024