Seîd Yûsif
Min dilê xwe da te
Min dilê xwe da te
Gava mi hij te kir
Te ez firotim erzan
Te çû yekî xwe kir [x2]
Piştî te bê bextê
Evîn li xwe tobe kir
Te bi serê mi sûnd dixwar
Te digo bi wî zimanî
Kesî dî ji te pêve
Şa nabê bi vî canî [x2]
Te bi carkî te ez ji bîr kirim
Te mi bîra xwe nanî
Keçê te ez xapandim
Û derdê min gelek in
Ricakarim heval
Henekê xwe bi tekin [x2]
Tu bi kevê bin desta
Tu mêr li hev nekin
Ev çar salê temam
Mi bi tere derbas kir
Piştî min te mêrkir
Nûka min te nas kir [x2]
Te sozek bi cî nanî
Te pere bi mi xelas kir
Min dilê xwe da te
Gava mi hij te kir
Te ez firotim erzan
Te çû yekî xwe kir [x2]
Piştî te bê bextê
Evîn li xwe tobe kir