a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Min ji te re got

Min ji te re got cara sedî Tu car ji min neke fedî Divêm hergav te bibînim Ez têm tu xwe bi wê ve didî Ez têr nabim ji dîtinê Wa bihara dilê minê Ez têm gula, wa gulçinê Te navê hilm li min bidî Min navê te li ser dil kola Dilê te bûye ji pola Te ez kirim dînê çola Yek xeber xweş min ji te nedî Bi evînê em bûne heval Ji derda dikim nale nal Te ez helandim ma ev bû hal Tu li min dikî du bendî

Bêjebêje © 2015-2024