a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Min qedehek

Min qedehek ji desta vexwar Lê wê ez dîn dikirim du car Çarek bi vexwarna qedehê Û cara dîjî bi awirê dijwar Heta nîvê şevê pê re rûniştim Xwe kir dilê min de bê sewdan hiştim Bi gotinê evînî bi carkî ez kuştim Nema dirazim her dimînim şiyar Çi şevek xweş min pê re derbas kir Û çend qedehê me yê bi hevre xilas kir Ez ketim halekî min hew xwe nas kir Min bi xwe re ji bîr kir bû ferek guhar Ew rojê wilo xweş gelo ma wê bên Tev evîn û şahî û sorgulê bi bên Min nizanî evîndar ecêb pêde tên Ez evîndar im dimînim birîndar

Bêjebêje © 2015-2024