Seîd Yûsif
Min serê xwe
Min serê xwe rakir
Min dî dîlber ditewîya
Memikê wê xuya kir
Weke rêka li nav du çiya
Çavê min li bejin û balê
Aqlê min mabû li balê
Ew kiras erdê dimalê
Dilê min gelek pê diêşîya
Min nedîbû ji wê carê pê ve
Bi yek dîtinê dil ma pê ve
Bi wî zimanî bi her dû lêva
Silav da û şekir rijîya
Me çîrokê dil digotin
Lê her tişt ji xwe nayê gotin
Di go dil nayê firotin
Dilê min kesî nekirî ye