a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Nama evînê

Min name bo te rêkir Misk û ember min pê kir Û bi hêstirê va çava Ez dişyênim silava Berf û baranê lê kir Ew nama kul û derda Bihn rijandî bi serda Ji bihna gul û miskê Ji xuhdana berbiskê Ew te bi avê de berda Evîn te li bîrê neanî Li min dikî sergiranî Ew evîna wa sala Bi te bûye tirş û tal e Te agir berda vî canî

Bêjebêje © 2015-2024