a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Nazik û nazdar

Nazik û nazdara dila nazik û nazdar Bi dest da min baqê gula dil birî yek car Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar Xewa şevê nizam çî ye dimînim şiyar Agir bi dilê min ketiye ez dikim hawar Ew roja te gul anî dil ji navê deranî Çendî barê giran î li milê evîndar li milê evîndar Nazik û nazdara dila nazik û nazdar Bi dest da min baqê gula dil birî yek car Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar Rû wek heyva çardeha ku dibe êvar Memik bi sînga ve gihan wek du heb hinar Hawar çendî ciwan î wek tayek rihan î Te ji xwe re dikim kevanî ez im malxweyê mal Nazik û nazdara dila nazik û nazdar Bi dest da min baqê gula dil birî yek car Tu hem gul î hem rihan î, delala ruh û can î Awirê çava li min danê, mame birîndar mame birîndar

Bêjebêje © 2015-2024