Seîd Yûsif
Neke derew
Neke derew li min tu carî
Xwe nebîne tu bi min karî
Barê min gelek giran e
Tu ji ser min rake vî barî
Ji boyî te bi şev ranazim
Ji xeynî te kesî naxwazim
Ez evîndar im belengaz im
Hêstirê min bo te dirêjî
Min tu dîtî li xwar û banî
Te yek soza xwe bicî neanî
Te ez dikuştim bi dostanî
Lê tu ne dostî tu ne yarî
Derew li ba te hesanî ne
Navê tu rastîyê li ba te nîne
Min dil û ceger li ba te danî
Derîk divebê tu yekî didarî