a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Neke gazin

Neke gazin neke gazin Lê lê dînê neke gazin Min ji te pêve kesek navê Wa sorgula dest bi bazin Ev qas şevên dûrî dirêj Çavê min ji kerba ranazin Dil û aqlê min her dû çavê min Rih û canê min te dixwazin Tu di kê gazin çima Bi serê xwe ve li ber te me Bi gori te rihê şêrin Tu dil neke behra xema Dunya li serê min wêran bibê Tu ji min reyî û ez ji te re me Seri deynim ser wê kabê Li bin dara li devê çemê Neke gazim xwe negrîne Ez pê dêşim min nelomîne Hêstir ji çava dibarin Wek tu tîra li dil xîne Te bi dest kesî ve bernadim Bi kêf raze û seri deyne Kilê wan çavê te ez im Kî karê te ji min bistîne

Bêjebêje © 2015-2024