a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Nekin gazin

Ji dijmin nekin gazin Em heqê xwe bixwazin Çav neşkînin ji cengê Em Kurd tev teyrê baz in Em nevîyê Kawa ne Nav û nîşan xuya ne Dayika me Kurdistan e Bi wê em serfiraz in Ê ku xwîna me dimijî Hêja ew me dikujî Lê Kurd wê rabê û bijî Birîndar qet ranazin Ez ê bikujim dijmin Ko kî bikevê ber min Wan dikuşt zarok û jin Dibirin gustîl û bazin

Bêjebêje © 2015-2024