a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Newroz hat

Dîsa Newroz hat Welat dinalînê Şer e li ser welat Çol sor e ji xwînê Lê yekîtî karê Ji dijmin bistînê Kurd bi carek rabê Wê jînê bibînê Em ne berdin dijmin Çav nabînê jînê Xwendti û tifing Wê her tiştî bînê Ne em bi dev bêjin Yê dî li me bihisînê Birina me kûr e Dermankin birinê Em bi carek rabin Kî karê me bi xînê Welat biparêzin Ji talan û brinê Bera şûna gorran Kurd cengê biçînê Divê em Kurd hemî Jev nekşînin kînê Heya bi nevîyan Rehmê li me nayînê

Bêjebêje © 2015-2024