a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Piçûka nekujin

Piçûka nekujin Xwînê nerêjin Ne mêr û ne jin Bera tev bijîn Dara jê nekin Bexçe hişk nekin Reşa kêm nekin Sipî û reş yek in Wan neberdin hev Rohê nekin şev Tev bijîn wekhev Neçin je v'bi rev Gul diçilmisin Bi agir û hesin Masî difetisin Hûn her bê hisin Dişewitin bax Diherifin qunax Hin dimrin bi dax Hin namînin sax Gelek tazî ne Gelek birçî ne Kes wa na bîne Kes hay ji wa nîne Reş nekin bajar Li hev nebin neyar De hişk nebin dar Û tim hebê buhar Ev dar û devî Gulzar û zevî Çi bijî tevî G' nebê wekhevî

Bêjebêje © 2015-2024