a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Por dibê kom

Por ku dibê kom Li sersera sêwan Go dibê gulî ji xwe nayê pîvan Erê kubarê ji dil nabê çarê Dil tev birîne Tu yî jê re derman Ça ez girtim Li pey xwe birim Te dilê min birişt Kubar ez mirim Û hê sebir nayê Bêyî wa her du çavan Ew dil winda ye Tu rê naçinê Li dor gulê stirî Wê kî biçinê Sê ro nebînim Tême nurinê Nexweş im bo te Bîne ji min re sêvan

Bêjebêje © 2015-2024