a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Qamişlo

Qamişlo bajarê evînê Ciyê govenda û civînê Heger tu bi xwe evîndar î Li wê ye dermanê birînê Keçê wê tev de pir ciwan in Xortê wê hemû dilovan in Kalê wê tev mêr û giran in Jinê wê wek zêrê li xizînê Bi şev tê de kesek ranazê Ji dîloka û govend û sazê Her kesek şahîyê dixwazê Here tê kêf çîya bibînê Derî di vebê li ber mêvana Û bicî tînin soz û peymana Lawê wê wek şêrê çiyane Herkes welat li bîrê tinê

Bêjebêje © 2015-2024