a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Rojek ji rojan

Rojek ji rojan Te soz bi nû re dan Rojek sersalê Li te bû me mêvan Ev dilê bi evîn Tev de bû btîn Min rojê xweş nedîn Wa keça ciwan Min evîn nedîbû Lê bûm evîndar Xelk tev di razin Ez dimînim şiyar Tu kes nizanî Bi êşa vî canî Awir li min danî Mame birîndar Ji bo te hewar Sed carî hewar Dunya şêrîn bû Bi min hawîrdor Yarek min çêbû Weke gula sor Gul bi stirî ne Dest dikî xwîne Te bi xwe dil nîne Te dil bir bi zor Te bi xwe dil nîne Te dil bir bi zor

Bêjebêje © 2015-2024