a photo of Seîd Yûsif

Seîd Yûsif

Şahê cejinan

Şahê cejna û şahî ye Rêça cengê danî ye Nîşana kurdatî ye Ronî bo rizgarî ye Li ser şopa te dimeşim Agirê te her gurrî ye Newroz me bi te xwe naskir Herkes zanê Kurd kî ye Azadî hate welat Roja te tac da serî Roja nû li me hilat Dijmin bi tirs dinerî Ji wan çavê tey fere Ber mêvan vebû derî Bijî bijî her bijî Şahê cejn û şahî ye Ew navê teyî şêrîn Her kesek dihilînê Ew taca teyî zêrîn Bi azadî bimînê Bi te em serfiraz in Dijmin her dikê şînê Bo te em canfida ne Şahê cejn û şahî ye Bi xebatê kawa hişt Welat tev bibê buhişt Ji hezkirina hesinker Dil bi carek bûne mişt Ev dijminê bê zirav Ji tirsa wî xwe dikuşt Cejna Kurda newroz e Şahê cejn û şahî ye

Bêjebêje © 2015-2024